Hêzên Çekdarên Tirk di çarçoveya Operasyona Pençe-Kîlîtê da heta niha 455 terorîst berteref kirin, 557 şikeft û stargeh û her wiha 1904 teqemeniyên destçêkirî îmhe kirin.
Li gorî agahiya ji çavkaniyên Wezareta Parastina Neteweyî hat wergirtin, "Operasyona Pençe-Kilîtê" ya ku li bakurê Iraqê li dijî hedefên li herêmên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê hat lidarxistin, bi awayê plankirî bi serkeftî didome.
Esker şikeft, stargeh û depoyên terorîstan ên li herêmê tesbît dikin û îmhe dikin. Her wisa di operasyona ku di nîvê nîsanê da hat destpêkirin da 455 terorîst berteref kirin, 557 şikeft û stargeh û her wiha 1904 teqemeniyên destçêkirî îmhe kirin.
Ji xeynî van dijetank AT-3, AT-4, AT-5 û 1203 çekên curbecur ên wekî roketavêj, dijefiroke Doçka û Zagros, tifinga bimakîne Bîksî, tifinga nîşandaran Kanas, Kalaşnîkof, M-16 hatin bidestxistin.
Dîsa 522 hezar muhîmat, 205 bêtêl, 121 dûrbînên termal û yên çavdêriyê, 88 ton alavên jiyanê hatin bidestxistin.
- Jihevdaketina rêxistinê didome
Hat destnîşankirin, bi operasyona Hêzên Çekdarên Tirk va rêxistina terorê li herêmê her diçe berteng dibe.
Di du rojan da li herêma operasyonê 7 terorîst ji rêxistinê veqetiyan û xwe radestî eskeran kirin.