Fırat Taşdemir
12 Mijdar 2022•Rojanekirin: 14 Mijdar 2022
Komeleya Demokrasî û Yekîtiyê (DEMBÎR-DER) û Weqfa Demokrasî û Yekîtiyê komxebata "Kurd çi dixwazin" li dar xist.
Mehmet Metînerê Serokê Giştî yê DEMBÎR-DERê di bernameya vekirinê ya komxebeta ku li otêlekî hat lidarxistin da axivî û got ku ji dil bawer dike ku Serokomar Recep Tayyîp Erdoganê ku bi wêrekiyeke mezin pirsgirêka Kurdan a ji ber înkar û asîmîlasyonê derket holê ji holê rakir dê kêmasiyên pirsgirêkê temam bike.

Metîner diyar kir komareke demokratîk a ku herkes wekî xwe dimîne û xwe bi azadane pêş va dixe dixwazin û wiha axivî: "Yên hewl didin ku Tirkan ji îslamiyetê veqetînin û dûr bixin bizanin ku yên zirarê didin Tirkbûn û Kurdbûnê ne, kesên dixwazin ku meneya menewî ya van axan xira bikin ev in. Tirkbûna bêîslam hebûna Kurdan înkar kiriye, di meneya etnîk da Kurd wekî Tirk hesibandine û zirarê dane biratî û yekîtiya vî welatî. Nêrîneke Tirkbûnê ya bi vî awayî ji bo bekaya dewletê me tehdîdek e, ji hêla yekîtiya gelê me va jî tehrîbek e."
13.11.2022 Li Enqereyê komxebata "Kurd çi dixwazin" hat kirin
Serokê Giştî yê DEMBÎR-DERê Mehmet Metîner: "Em Kurd tu carî alîgirên cihêbûnê nînin. Em Kurd dijî her cure dabeşkariyên etnîk û siyasî ne. Em Kurd Dewleta Komara Tirkiyeyê wekî dewleta xwe dibînin"
Metîner got ku nêrînên xwe dispêrin înkarkirina nasnameyan wekî sedema pevçûn û vederkirinê dibînin û got ku "Em Tirk û Kurdên ku îdeolojiya nijadperestiyê dikin ala ji xwe nabînin, em ê nebînin."
Metîner qal kir ku pirsgirêka Kurdan di heman demê da pirsgirêka Tirkan e û wiha axivî: "Em Kurd tu carî alîgirên cihêbûnê nînin. Em Kurd dijî her cure dabeşkariyên etnîk û siyasî ne. Em Kurd Dewleta Komara Tirkiyeyê wekî dewleta xwe dibînin. Em Kurdên derekî din nînin, Kurdên Tirkiyeyê ne. Tirkiye welatê me ye."

Metîner destnîşan kir ku ji pênaseya gelê Tirk a ku bi Îslamê ra bûye yek û ji nêrîna nijadperest dûr e aciz nabin û nirxandina "Tekane tişta ku em dê jê aciz bibin û qebûl nakin ev e, îdeolojiyeke etnîkparêz, nijadperest li gelê Tirk, Kurdbûnê bar bikin û di vê çarçoveyê da li ser îdiaya em Kurd jî Tirk in tune hesibandina Kurdan e. Şikir ji Xwedê ra ku ev nêrîna înkar û asîmîlasyonê bi hemê êşên xwe va ket nav rûpelên dîrokê" kir.
Metîner parast ku pirsgirêka Kurd xilas bûye lêbelê pirsgirêkên Kurdan hene û ji bo ku li ser van pirsgirêkan biaxivin û nîqaş bikin komxebatê li dar xistin.
Metîner da zanîn ku dê paşê danezana encamê ya komxebatê bi raya giştî ra parve bikin.
Orhan Mîrogluyê Endamê MKYKyê yê AK Partiyê, Serokê Giştî yê HUDA PARê Zekeriya Yapicioglu, Muslum Doganê Wezîrê Dewletê yê berê, Reha Ruhavîogluyê Dîrektorê Navenda Lêkolînên Kurdan, zanyarên siyasetê Muhammed Dar Akar û Omer Vehbî Hatîpoglu, nivîskarên lêkolîner Mufîd Yuksel, Sîbgatullah Kara û Yaşar Îçen wek axiver beşdarî komxebatê bûn.