Aykut Karadağ
18 Îlon 2023•Rojanekirin: 19 Îlon 2023
Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand 4 terorîstên ku di nav wan da yên di kategoriya sor, tûtik û gewr da jî hene û lê digeriyan li Qulpa navçeya Diyarbekirê hatin berterefkirin.
Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyand ku ekîbên Midûriya Ewlehiya Bajêr ya Diyarbekirê û Serokatiya Daîreya Esmangeriyê bi serkêşiya Serokatiya Îstixbaratê ya Midûriya Giştî ya Ewlehiyê li Qulpê xebatek kirin û 4 terorîstên ku xwe vedişêrin tesbît kirin.
Wezîr Yerlîkaya anî ziman ku cendirmeyên Fermandariya Giştî ya Cendirmeyan, hêzên JOH û POHê bi piştgiriya firokeyên ATAKê, ÎHA û SÎHAyan operasyoneke hevpar kirin.
Yerlîkaya daxuyand terorîstên di nav wan da yên di kategoriya sor, tûtik û gewr da jî hene û lê digeriyan hatin berterefkirin.
Yerlîkaya wiha got: "Bila gelê me yê ezîz bizanibe ku heta terorîstê dawîn jî bê berterefkirin têkoşîna me wê bibiryar û cehd dewam bike."
- Navê wê di kategoriya sor da bû û lê digeriyan
Terorîst Hulya Demirera ku navê wê yê kod "Axîn Mûş" e qaşo berpirsa Eyaleta Amedê û berpirsa BTOyê bû û navê wê di lîsteya kesên ku ji ber terorê lê digerin da û di kategoriya sor da bû.
Terorîst Cîhat Ayê navê wî yê kod "Rohat Pasur" jî qaşo berpirsê BTOyê yê Hêza Lice Ferhatê bû û navê wî di lîsteya kesên ku ji ber terorê lê digerin da û di kategoriya tûtik da bû.
Terorîst Çetîn Temel Demhatê navê wî yê kod "Demhat" e jî di kategoriya gewr da bû.
Wezîr Yerlîkaya got ji bo ku nasnameya terorîstê din jî bê tesbîtkirin xebat dewam dikin û wiha dewam kir: "Ez cendirmeyên me yên qehreman û ewlekariya me ya qehreman yên ku operasyonê kirin pîroz dikim. Ji ber ku we xwîna şehîdên me li erdê nehîşt ez we hemûyan ji eniya we maç dikim."