Aykut Karadağ
18 Tîrmeh 2022•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2022
Wezareta Karên Navxweyî daxuyand li Diyarbekirê bi operasyona hêzên ewlehiyê û cendirmeyan va 2 terorîstên amadehiya çalakiyê dikirin hatin berterekirin.
Li gor daxuyaniya Wezaretê, Midûriya Ewlehiya Diyarbekirê bi serkêşiya Serokatiya Îstixbaratê ya Ewlehiyê agahiyek hilda ku terorîst Necatî Utku Kîrazê navê wî yê kod "Azad Kendal" û terorîstekê navê wî yê kod "Mazlum" e li çolbestên Lice/Daralanê amadehiya êrîşê dikin.
Li ser vê xebat hat destpêkirin ÎHAyan dîmenên terorîstan gihand li ber destê Midûriya Giştî ya Ewlehiyê.
Piştî xebatan terorîstê PKKyî Necatî Utku Kîrazê navê wî yê kod "Azad Kendal" yê di kategoriya tûtik da bû û bi Bultena Sor lê digeriyan û terorîstê din hatin berterefkirin.
- Navê wî di êrîşa Guvenparkê da derbas dibe
Hat tesbîtkirin navê terorîst di lêpirsîna adlî ya der barê teqandina wesayîteke bibombe ya li ber rawestgeha otobusan a Guvenparka Enqereyê da derbas dibe. Ji bilî vê hat tebîtkirin ew di 2019an da beşdarî êrîşa Girê Qereqolê ya Hezanê jî bûye, di 2021î da jî li Yolçatiya gundê li ser Genca navçeya Bîngolê jî beşdarî êrîşa dijî wesayîta Îdareya Ceyranê ya Firat Aksayê bûye.
- "Destên we sax be lehengino"
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand terorîstê PKKyî Necatî Utku Kîrazê di kategoriya tûtik da bû û bi Bultena Sor lê digeriyan hat berterefkirin.
Soylu anî ziman demeke dirêj bû ew li dû Kîraz bûn û wiha got: "Destên we sax be lehengino."