Damlanur Teyhun
23 Adar 2023•Rojanekirin: 23 Adar 2023
DIYARBAKIR (AA) - Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê di çarçoveya Biryarnameya Serokomariyê da wê 90 xirbeyên li Baglara navçeya navend ku bi rîsk in wê hilweşîne.
Di daxuyaniya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê weşand da hat gotin ku ew cî û warên ji bo ewlehiya can û malê welatiyan talûke ne, zirar û ziyanê didin der û dorê û li gorî reng û rûçikên bajêr nînin wê bên hilweşandin.
Serokatiya Daîreya Îmar û Bajarvaniyê li Muradiyeyê 23, Fatîhê 17, Elîpinarê 2, Şêx Şamil 3, 5ê Nîsanê 3, Yunus Emreyê 8, Korhatê 8, Taxa Kaynartepeyê jî 25 bi tevahî bo hilweşandina 90 xirbeyî îhale organîze kir.
Dema pêvajoya îhaleyan bi dawî bû jî wê hilweşandina xirbeyan dest pê bike.