Li Diyarbekirê amadehiyên Newrozê bi awayekî berfireh dewam dikin.
Ji hundirê welêt û derveyî welêt gelek kes wê beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya 21ê adarê roja şemiyê bibin.
Newroz wê li Baglara navçeya Diyarbekirê bê pîrozkirin. Xebatkarên Şaredariya Mezin a Diyarbekirê, yên naveçeyên Baglar, Kayapinar, Sur û Yenîşehîrê dest bi amadehiyan kirin.
Serokê Kongreya Tertîba Newrozê û Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Seydî Firat ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku amadehiyên Newrozê bi awayekî berfireh dewam dike.
Firat got ku komîteyeke tertîbê ya 12 kesên ji HDP, BDP, DTK û nunerên saziyên civakî pêk tê ava kirin û walitiyê jî destûr hildane ku Newroz bê pîrozkirin.
- Bi 15 zimanan vexwendname hatin amadekirin
Firat got ku ji bo Newrozê bi 15 zimanan vexwendname hatin amadekirin.
Firat destnîşan kir ku ji derveyî welêt gelek kes hatine vexwendin û wiha axivî: "Serokomarê Fransayê Françoîs Holande, Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Çîpras, Serokomarê Iraqê Fûad Masum, Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Hevserokên PYDyê Salih Muslîm û Asya Abdullah û gelek kesên din ên navdar hatin vexwendin."
Firat daxuyand ku ji bo agirê Newrozê 15 ton dar û 500 lître mazot hatin amadekirin û 15 hezar dildar jî wek wezîfedar bixebitin hatin wezîfedarkirin.
- Di otelan de cih nema
Ji ber ku gelek kes wê beşdarî Newrozê bibin di otelan de cîh nema.
Endamê Lijneya Rêvebiriya Weqfa Nasandina Turîzmê ya Diyarbekirê Ecevît Tuaç jî got ku di 25 otelan de 2 hezar û 200 ode tije bûn û wiha axivî: "Ji ber ku mêvanên me wê di navbera 18 û 22yê adarê de werin Diyarbekirê, di otelan de cih nema. Ji bo rezervasyonan em wan dişînin bajarên nêzîk."