Di 21ê adarê de newrozê tê pîrozkirin. Ji bo pîrozkirina Newrozê li Diyarbekirê amadehiyan dest pê kir.
Berdevkê Kongreya Civaka Demokratîk Seydî Firat di civîna çapemeniyê ya ji bo bernameya newrozê de axivî.
Firat got ku peyamên ku wê di newrozê de bên dayîn dîrokî ne û wiha axivî:
"Peyama Abdullah Ocalan ya ku wê di newrozê de bê dayîn pir girîng e. Gel dixwaze ku ew bi deng û dîmenê xwe ve beşdar be, lê ev mijar hê ne zelal e. Di Newroza 2015an de muzakere bi hemû aliyan ve wê bên eşkerekirin, wê fermî û berbiçav bibe. Gelê me jî wê bi nêrînê û hişmendiyê ve wê beşdar bibe."
- Hollande û Çîpras jî hatin vexwendin
Firat got ku ji bo çalakiyê ji derveyî welêt gelek kes hatine vexwendin û wiha axivî: "Serokomarê Fransayê Françoîs Holande, Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Çîpras, Serokomarê Iraqê Fûad Masum, Serokê Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokên kontonên Sûriyeyê jî hatin vexwendin."
- "Newroz ji bo Diyarbekirê bûye nasnameyek"
Seroka Şaredariya Mezin a Diyarbekirê Gultan Kişanak destnîşan kir ku newroz di Rojhilata Navîn de bi taybetî jî gelê kurd pir girîng e û wiha axivî:
"Berê em difikirîn û me digot gelo em çi bikin ku gel bila beşdarî newrozê bibe, lê niha em ketine talaşê em dibêjin em ê beşdarvanan çawa pêşwazî bikin. Pîrozbahiyên newrozê ên ku li vî bajare tên pîrozkirin ji bo Diyarbekirê bûye nasnameyek. Dinya me wiha nas dike. Newroza Diyarbekirê ji milyonan re mazuwaniyê dike û di dinyayê de pîrozbahiya herî nuwaze ji yek e."