Fûara Pirtûkan a 5emîn, li Navenda Fûar û Kongreyê ya Diyarbekir TUYAPê hat lidarxistin.
Cîgirê Waliyê Diyarbakirê Mehmet Demir beşdarî vekirina fûarê bû li vir axivî û got: "Cihê lê qelem, pirtûk û kelam tunebe, li wir şer, pevçûn û çek heye. Kîjan zimanî dibe bila bibe, em xwestinên xwe bi qelem, bi pirtûk, bi fikr û raman bibêjin. Bila çek tunebin. Em dema çekan biqedînin. Pirtûk li bajarê Diyarbekirê, li bajarê Ahmed Arifan, li bajarê Cahît Sitkiyan, li bajarê Sezaî Karakoçan, li bajarê Ahmedê Xaniyan tê."
Şaredara Bajarê Mezin Gultan Kişanakê jî got ku em karkerên ku li Somayê mirin bi rêz û hurmet bibîr tînin û heke ku trajediya bûyera Somayê bibe mijara huner û edebiyatê, bandora wê dê ji çalakiyên polîtîk û sendîkal zêdetir çêbibe.
Kişanakê behsa pêvajoya çareseriyê kir û got ku her kes ji pêvajoyê kêfxweş e û ev pêvajo hinceta têkoşîna jiyana wan e jî. Kişanakê got ku baweriya wan ji bo çareseriyeke mayînde heye.
Kişanakê der heq majara çareseriyê de got ku divê huner, edebiyat û rewşenbîr dest biavêjin vê mijarê û wiha dewam kir: Kurdî zimanekî kêrhatî ye. Ev ziman dikare bibe sedema pêşveçûna edebiyat, huner û mirovahiyê. Lê mixabin ev ziman ji ber hincetên polîtîk û ji ber qedexeyan pêş ve neçû û heta roja îro bi van qedexeyan re mijûl bû. Ez ji bo kesên ku bûn sedema pêşveçûna zimanê kurdî, di şexsê Ahmedê Xanî de ji wan re rêzê digrim."
Kişanakê got ku ez kesên ku dê fûarê ziyaret bikin dixwazim ku bila herî hindik 2 pitûkan bistînin.
Midurê Giştî yê Diyarbekir TUYAPê Îlhan Ersozlu jî got ku hejmara ziyaretvanên fûara îsal li gor fûarên berê ji sedî 15, hejmara fîrmayên beşdarvan jî ji sedî 20 zêde bû.
Serokê Komeleya Nivîskarên Kurd Mehmet Yilmaz jî bal kişand ku pirtûk li hember tarîtiyê ronahî ye û wiha axivî: "Em wek rewşenbîr û nivîskarên kurd dibêjin ku ziman û edebiyata kurdî xelateke Nobelê heq kiriye. Xelatkirineke wiha dê ji bo zimanê kurdî wek lêborînxwestineke dewletên rojava bê hesibandin."
Piştî axaftinan fûar vebû.
- 300 nivîskar dê beşdarî fûarê bibin
Fûara ku bi hevkariya TUYAP û Yekîtiya Weşangerên Tirkiyeyê hat lidarxistin, dê heta 25ê gulanê dewam bike. Di fûarê de dê 60 çalakiyên çandî bên lidarxistin û 300 nivîskar jî dê pirtûkên xwe îmze bikin.
Kesên wekî Furûzan, Ercan Kesal, Canan Tan, Îsmaîl Beşikçî, Mûrathan Mûngan, Işik Ogûtçû, Necdet Neydim, Buşra Ersanli, Îlber Ortayli, Nedîm Gursel û Yilmaz Odabaşi dê bibin mêvanên fûarê.
Di panêla ku dê di çarçoveya fûarê de bê lidarxistin de nivîskar Alî Emirî di salvegara 90emîn a mirina xwe de li Diyarbekirê bê bibîranîn. Fahrî Aralê ku li ser jiyan û berhemên Alî Emîrî xebitiye û Arîkarê Rektorê Zanîngeha Artûklûyê Prof. Dr. Kadrî Yildirim dê wek axaftvan beşdarî panelê bibin.
Wêjevanên girîng ên ku îsal rojbûna wan a 100emîn tên pîrozkirin ên wekî Orhan Kemal, Orhan Velî û Oktay Rîfat jî dê di Fûara Pirtûkan a Diyarbekirê de bi pêşangeh û çalakiyan bê bibîranîn.
Pêşangeha "Orhan Kemal 100 salî ye" ji aliyê TUYAPê ve di bin şêwirmendiya Işik Ogûtçû de hat amadekirin. Pêşangeh piştî Adana, Bûrsa û Îzmirê dê li Diyarbekirê jî bê pêşkeşkirin. Piştî pêşangehê dê li ser jiyan û berhemên Orhan Kemal panelek bê lidarxistin.