12 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 13 Berfanbar 2019
Li Diyarbekirê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da sîlah, teqemenî û muhîmatên curbecur hatin bidestxistin, 22 gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiya ku hat hildan, di çarçoveya lêpirsîna ku Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê dimeşînê da ekîbên Şaxa Têkoşîna Terorê (TEM) ya Midûriya Emniyeta Bajêr ji bo deşîfrekirina çalakî û fealiyetên PKKya rêxistina terorê û girtina mensûbên wê xebat da destpêkirin.
Di operasyona ku li ser navnîşanên cuda hatin kirin da 22 gumanbar hatin girtin.
Di çarçoveya lêpirsînê da li gundekî navçeya Kayapinarê li du ciyan lêgerîn hat kirin û di nav 265 pakêtan da 271 kîlo û 475 gram teqemenî, 8 bombeyên destan, 12 roketên destçêkirî, 11 muhîmatên roketavêjan, 13 fîşengên sewqê yên muhîmatên roketavêjan, 6 sîlahên keleşnîkof, tivinga M-16ê, 20 şarjor, 2 hezar û 117 fîşeng, 175 kapsulên bi elektrîk, 52 Alpha fire qumandoyên dûr, 15 dewreyên elektronîk, dûrbîn, dûrbîna çekê, radyo, pisûle, kêr, tulumê xewê û alavên curbecur hatin bidestxistin.
Gumanbar li emniyetê îfadeyê didin.