ANKARA
Li Diyarbekirê di pîrozbahiya Newroza 2014an de peyama Abdullah Ocalanê ku cezayê miebbetê xwariye û li Girava Îmraliyê girtî ye hat xwendin. Peyama Ocalan a ji bo Newrozê bi tirkî û kurdî hat xwendin. Peyama Ocalan a bi kurdî Cîgirseroka Koma BDPê û parlementera Îdirê Pervîn Bûldan û ya tirkî jî Parlementerê HDPyê yê Stenbolê Sirri Sureyya Onder xwend.
Di peyama Ocalan de hat destnîşankirin ku di Newroza borî de agirê şidetê vemirandin û agirê aştiyê gur kirine û wiha got:
"Yên ku di dilê xwe de ji aştiyê re cî vekirine, ez we bangî hevkariyê dikim. Gelê min ê dilsoz aştî ji şer dijwartir e. Têkoşîna me ji bo aştiyê ye."
Ocalan di peyama xwe de li ser pêvajoya çareseriyê jî sekinî û wiha got: "Heta niha ya ku hat kirin pêvajoya muzakereyê bû. Heta niha her du aliyan jî samimiyeta hev diceriband. Ji bo aştiyê çarçoveyeke zagonî lazim e."
Ocalan di dawiya peyama xwe de got ku "Silav li wan kesên ku ji bo aştiyê berpirsyariyê digirin li ser milên xwe."