DIYARBAKIR
Wezîrê Xurek, Çandinî û Ajalvaniyê Mehdî Eker got ku "Li navenda Diyarbekirê 80, navçe jî di nav de bi tevahî 116 kes hatin binçavkirin. Her wiha ji ber ku qedexeya derketina kûçe û kolanan binpê kirin der barê 294 kesan de jî muamele hatin kirin."
Li Hêwana Civînê ya Walitiyê civîna çapemeniyê hat kirin. Wezîr Eker bûyerên ku piştî xwepêşandanên bêdestûr ên der barê êrîşên li ser Kobanêyê de derketin, nirxandin.
Eker wiha axivî:
"Mixabin wekî gelek bajarên Tirkiyeyê li Diyarbekirê û navçeyên wê jî êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê ji xwe re kirin hincet û xwepêşandan hatin kirin. Me ji ber tiştên ku roja sêşemê qewimîn qedexeya derketina kûçe û kolanan tetbîq kir. Qedexe di saet 22.00an de derket ewil heta sibê pişt re jî berdewam kir. Me duh biryarek da û îlan kir ku dê îro ji saet 18.00an heta sibê qedexeya derketina derve bê tetbîqkirin. Ji bo ku ewlehiya mal û canê welatiyên me bê bidestxistin. Mixabin di bûyerên ku qewimîn de hem mirov mirin, hem êrîşî avahiyên kamûyê û milkên taybet kirin û ew talankirin lê belê îro heta niha bi geşedanên ku me tespît kirin me biryar da ku hewceyê qedexeya derketina derve nake."