ANKARA
Serokatiya Îdarî ya Avahiyên Tevahî ya Serokwezîrtiyê (TOKÎ) ji stadên herî mezin yên herêmê yekî dê li Diyarbekir ava bike.
Tesîsên sporê yên li Diyarbekirê ji ber ku êdî têr nakin TOKÎ û Wezareta Werziş û Ciwaniyê dest dan hev û dê tesîseke di standartên UEFAyê de dê çêbikin.
-Îhaleya vê stadê jî di 30yê çilêya paşîn de dê bê kirin.
Stad li ser 240 donim erd dê bê çêkirin. Di stada Diyarbekirê de ji bo trîbuna protokolê 666 kursî, ji bo trîbuna VÎPê hezar û 74 qûrsî, ji bo çapemeniyê 639 qûrsî û ji bo astengdaran jî 253 qûrsî dê bên avakirin. Di stadê de otoparqeke ku dê tê de hezar û 852 wesaît bi cih bibin jî dê bê çêkirin. Îhaleya stadê jî di 30ê çileya paşîn de li Bîlkenta navenda TOKIyê ya li Enqereyê dê bê kirin.