DIYARBAKIR
Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) Hatîp Dîcle der barê êrîşa ku li nûçegihanê AAyê hat kirin de got: "Em hêvî dikin ku ev bûyer bibe sedema nîqaşeke nû û rojnamegerên me li her derê vê erdnîgariyê bi awayekî azad bixebitin."
Dîcle Midûriya Herêmê ya Diyarbekirê ya AAyê ziyaret kir û ji Nûçegihanê Fotoyê Huseyîn Bagiş û Nûçegihan Azîz Aslan re şifa xwest.
Dîcle li vê derê axivî û got ku rojnameger di nav şer de jî xwediyê azadiya çapemeniyê ne.
Dîcle diyar kir ku ew wek DTKê li dijî êrîşên li ser rojnamegeran e û wiha axivî:
"Li pêşiya me pêvajoyeke ku hêviyan jê dikin heye. Di vê pêvajoyê de kîjan saziya çapemeniyê dibe bila bibe, mafê kesî tuneye ku xebatên rojnamegeran asteng bikin û zirarê bidin wan. Ji ber vê çendê kî dike bila bike, em wek DTKê bi her awayî li dijî vê yekê ne û em ê bi van helwestan re têkoşînê bidin."
Dîcle destnîşan kir ku mafê rojnamegeran heye ku bi awayekî azad bixebitin û wiha dewam kir: "Em hêvî dikin ku ev bûyer bibe sedema nîqaşeke nû û rojnamegerên me li her derê vê erdnîgariyê bi awayekî azad bixebitin."
Midûrê Herêma Diyarbekirê yê AAyê Erdem Gultekîn jî got ku ew vê bûyerê şermezar dikin û ew ji bo vê yekê gilîdar bûn.
- Rojnamegeran êrîş şermezar kir
Ji aliyê din ve Serokê Giştî yê Sendîkaya Medya-Îşê Gursel Eser, Sekreterê Giştî yê Konseya Çapemeniyê Namik Koçak û Nûnerê Enqerê yê Rojnameya Sozcuyê Saygi Ozturkê li nûçegihanên ku birîndar bûn geriyan û şifa ji wan re xwest.
Midûrê Şaxa Saziya Îlana Çapemeniyê Halît Peltek, Midûrê Herêmê yê Ajansa Dogan Haberê Gurbet Gokçe, Nûnerê Rojnameya Starê Şeyhmûs Çakan, Nûnerê NTVyê Nîzamettîn Kaplan, Serokê Komeleya Mensûbên Medyayê yê Diyarbekirê Mahmût Îrtem, endamên Lijneya Rêvebirinê yên Cemiyeta Rojnamegerên Başûrê Rojhilat Mucahît Ceylan û Aydin Yorat jî midûriya herêmê ziyaret kir û daxwaza şifayê kirin.