22 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 23 Rêbendan 2016
DIYARBAKIR
Li Diyarbekirê dema ku li hewşa dibistanekê qarne dihatin belavkirin, bi destê endamên rêxistina terorê êrîş hat kirin û di êrîşê da 5 xwendekar birîndar bûn.
Li hewşa Dibistana Navîn a Çelebî Eser a li Baglarê dema ku qarne dihatin belavkirin, endamên rêxistinê teqemeniya ku bi destan hatiye çêkirin avêtin hewşa dibistanê.
Hat diyarkirin ku di teqînê da 5 xwendekar birîndar bûn û xwendekarên birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddîn Eyyubî û li gor agahiyên ewil rewşa wan baş e.
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Bajêr Adnan Hurata daxuyanî da û diyar kir ku di êrîşê da 5 xwendekar birîndar bûn.
Hurata destnîşan kir ku lêpirsîna hêzên ewlehiyê dewam dike.