DUHOK
Birêvebiriya Herêma Kurdistana Iraqa Federal (BHKIF) ragihand di qezeya ku li Duhokê qewimî de 20 tirên tirkan şewitîn û yek jê giran bi tevahî 4 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên nûçegihanê AAyê, li ser rêya Zaxo-Duhokê li geliyê Zaxoyê di saet 10.00an de qezaya hatûçûyê qewimî. Tangêreke benzînê ya bi plaqeya Iraqê qelibî û li wesayiteke bi plaqeya tirkan rast bû. Bi lihevrastbûnê re şewat derket. Di şewatê de 20 tirên tirkan bi tevahî şewitîn û yek jê giran 4 kes jî birîndar bûn. Piştî bûyerê otobana Zaxo- Duhokê du saet ji hatûçûnê re hat girtin.