ŞANLIÛRFA
Birca ku 3 roj berê bi vîncê hat barkirin, ji ber giranî û dirêjahiya wê car caran di rê de egle dibe. Ev tira ku barê wê gelekî giran e di hevraz û çivan de yek ji pêş û yek jî ji paş bi alîkariya du kaşkeran ve tê hereketkirin û li ber çavên welatiyên matmayî di rêya xwe de dewam dike.
Wesayîta ku birca parzûnkirinê ya bi qasî 250 tonî hilgirtiye, ber êvarê gihîşt navçeya Bozovayê.
Tê hesabkirin ku tir dê di nava 12 rojan de bigihêje Hewlêrê.
Ajotvan Murat Kirşan daxuyanî da peyamnerê AAyê û diyar kir ku ekîbeke 7 kesî ya ku di nav de endazyarekî makîneyê jî heye, hevgeliya wan dike.
Kirşan destnîşan kir ku li gorî rewşa rê ew dikarin heta 20 kîlomêtreyî bi lez biçin û wiha dewan kir: "Em ê îşev li Bozovayê bisekinin. Înşellah em ê 12 roj şûnde li Hewlêrê bin."