20 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 21 Rêbendan 2016
MARDÎN
Li Dêrika navçeya Mêrdînê di operasyona ku hat kirin de 12 kesên ku di nav wan de birêvebirên HDP û DBPyê yên navçeyê û endamên meclisa şaredariyê tê de hebûn, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin hêzên ewlehiyê li navçeyê li taxên Kale, Cevîzpinar, Terebag, Dumluca, Goktaş, Boyakli, Bozbayir, Yenîce û Çukursuyê operasyon kirin. Di operasyonê de Hevseroka HDPyê ya navçeya Dêrikê R.D jî di nav de 12 kesên ku di nav wan de birêvebirên HDP û DBPyê yên navçeyê hebûn hatin binçavkirin.
Miameleyên ewlehiyê yên kesên ku hatin binçavkirin, berdewam dikin.