08 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 09 Berfanbar 2015
MARDÎN
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di operasyona dijî terorîstên PKKyî da polêsek cangorî bû, polêsek birîndar ket.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, operasyonên ku piştî qedexeya derketina derva ya ku li taxên Abdulkadîrpaşa, Firat, Dîcle û Yenîşehirê hatibû îlankirin dest pê kiribûn dewam dikin.
Du polêsên ku li taxa Firatê di êrîşa terorîstan da birîndar bibûn rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Polêsek ligel hemû midaxeleyan cangorî bû.
Li Nisêbînê ji bo ku barîqatên ku terorîstan danîbûn bên rakirin, ser hendekên ku vedabûn bê girtin û teqemenî bên îmhekirin di 6ê berfanbarê da qedexeya derketina derva hatibû îlankirin.