02 Nîsan 2016•Rojanekirin: 03 Nîsan 2016
ADANA
Li Edeneyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 17 kes hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Bajêr li Gulbaxçesî û Dagliogluya taxên Seyhanê ji bo derdestkirina alîgirên rêxistina terorê yên ku tevlî çalakiyên bêdestûr bûne, molotof avêtine polêsan, bi teqemeniyê êrîşî polêsan kirine operasyon dan destpêkirin.
Firokeyên polêsan jî ji hewayê piştgirî dan operasyonê û ekîban bi wesayîta bizirx a bi tîpa "shortland"ê va di ser 23 navnîşanan da girtin. Di vê demê da hêzên çewîk û TOMA jî li kuçeyan amade sekinîn û tevdîr girtin.
Di operasyonan da 17 kesên ku di nav wan da zarok jî hene hatin binçavkirin. Di lêgerîna li malên şikbaran da gelek tivingên nêçîrê, fîşengên wan tivingan, ewraqên rêxistinê û amûrên dijîtal hatin girtin.
Şikbar ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û birin midûriyeta ewlekariyê.