İbrahim Atmaca
18 Mijdar 2018•Rojanekirin: 19 Mijdar 2018
ADANA
Li Edeneyê 20 kesên ku li gor îdiayê tefecîtî kirine, hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên Midûriya Şaxa Têkoşîna Qaçaxcîtî û Sûcên Organîze ya Midûriya Emniyeta Bajêr êxbar hildan ku li hin taxên navçeya navend a Yuregîrê kesên ku bi faîzeke zêde va deyn dane, lê ji ber ku deynê wan nehatiye dayîn dest danîne ser malên rêncberan.
Ekîban seba bûyerê teqîba teknîk û fîzîkî da destpêkirin û şefeqa sibê li ser 25 navnîşanan bi 300 polêsî va operasyon kir. Ekîbên harekata taybet deriyên hin malan şikênandin û paşê vekirin.
Ekîban li navnîşanan lêgerîn kir û 20 kesên ku li gor îdiayê tefecîtî kirine hatin binçavkirin.
Gumanbar li Yekeya Tiba Edlî ya Edeneyê hatin kontrolkirin û paşê ji bo îfadeyê birin Midûriya Emniyetê.