Yusuf Soykan Bal
31 Rêbendan 2023•Rojanekirin: 31 Rêbendan 2023
Li paytext Enqereyê di operasyona dijî rêxistina terorê DEAŞê da 14 biyanî hatin binçavkirin.
Bi xebata midûriyetên şaxa Dijî Terorê û ya Îstixbaratê yên Ewlekariya Enqereyê, der heqê 17 berşikên biyanî yên hat tesbîtkirin, digel mensûbên DEAŞê yên li herêmên şer lê heye, di peywendiyê da ne, operasyon hat destpêkirin.
Di operasyona hevdem a li tevahiya bajêr da 14 berşik hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin, berşikên tê nirxandin di kategoriya şervanên biyanî yên terorîst da ne, piştî miemele û jêpirsînê ji bo bên dersînorkirin dê bo ekîbên Serokatiya Rêveberiya Koçê bên radestkirin.