10 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 10 Cotmeh 2015
Hat ragihandin ku di teqîna ku li Enqereyê qewimî da ji 10î zêdetir kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê sitand, kesên ku di teqîna li texma ku gara trênê lê ye ya ku di saet 10.00î da qewimî da mirin an jî birîndar ketin bi ambûlansan radikin nexweşxaneyên li der û dorê û welatî jî aliyê wan dikin û hin kesan bi texsiyan radikin nexweşxaneyan.
Hat ragihandin ku hin welatiyên ku tirs ketiye çavê wan êrîşî ambûlans û polêsan kirin û hin kesan jî gule berî hewayê dan. Xebatên polês û rayedaran ên li dewsa bûyerê dewam dikin. Wek mayîn pisporên îmhekirina bombeyan jî hatin dewsa bûyerê û lêkolînan dikin.
Şahidên bûyerê gotin ku li li tanga gara trênê 2 teqîn çêbûn û îdia kirin ku êrîşa xwekujiyê ye.
Li gor agahiyên ku ji rayedarên Wezareta Tenduristiyê hatin sitandin, di destpêka bûyerê da gelek ambûlans sewqî herêmê kirin.
Rayedarên wezaretê destnîşan kirin ku hê jî ambûlansa sewqî dewsa bûyerê dikin.
Hat ragihandin ku birîndara radikin nexweşxaneyên Dişkapi, Numune, Gazî, Hacattepe, Mustafa Kemal Ataturkê.
Wek mayîn ekîbên AFADê jî sewqî herêmê kirin.