29 Adar 2017•Rojanekirin: 29 Adar 2017
ÎSTANBUL
Li Esenlerê ji aliyê polêsan ve li dijî firoşkerên hişbirê operasyon hat kirin.
Li gorî agahiyan ekêbên Midûriyeta Şaxa Tekoşîna dijî Hişbirê yê Mîdûriyeta Ewlehiyê li navçeya Esenlerê li ser 16 navnîşanan destê serê sibê operasyon hatin kirin.
Her wiha firokeya polêsan û ekîba tevgera taybet jî bêşdarî operasyona ku li ser 18 kesên ku bazirganiya hişbirê dikin hat lidarxistin.
Operasyon li taxên Nene Hatûn, Orûç Reîs, Tûrgût Reîs, Fevzî Çakmak, Tûna, Fatîh, Namik Kemalê hat lidarxistin. Der barê hêjmara kesên hatin binçavkirin de agahî nehat dayîn.