Fatih Gazioğlu
18 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2017
ESKÎŞEHÎR
Li Eskişehirê tirek û 2 minîbus li hev ketin, di encama qezayê da 6 jê zarok bi tevahî 17 kes birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, li ser rêya Eskişehir û Bursayê li xaçerêya Zanîngeha Anadoluyê tira bi pileqeya 26 HS 061ê ya Muharrem Sîvrîkaya diajot, minîbusa bi pileqeya 33 MA 362an a Halîl El Muhammed diajot û minîbusa bi pileqeya 33 MN 083yan a ku Alî El Îsa diajot, li hev ketin.
Di qezayê de Muharrem Sîvrîtepe, Rîm û Feride Elîse, Gutna Alî, Şeyma Elsivedî, Hena Îbrahîm, Musa Sevadî, Rahaf Halaf, Verka Elşîvadî, Alî û Muhammed Halaf, Ahmet, Ravya û Huseyin El Muhammed, Safa Îbrahîm, Sabah Homuş Sungur û Ayşa Muhammet birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên li Eskişehirê.