Li Çîftelera navçeya Eskîşehîrê otobêsa rêwiyan wergeriya şerempolê. Di qezayê de kesek mir û 29 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin otobêsa rêwiyan a ku Tûncay Huzmelî diajot û safera Hatay-Balikesîrê dikir, di 9emîn kîlometroya rêbeja Çîfteler-Emîrdagê de wergeriya zeviya li kêleka rê.
Otobês di qezayê de serqûlpanî bû û ekîbên Tendûristiyê yên 122yê, ên jendirmeyan û welatî 30 kesên ku di otobêsê de asê man, ji nav wesayîtê derxistin. Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên curbicur ên li Eskîşehîr û Emîrdagê. Ji birîndaran Huseyîn Karaca dema li Nexweşxanya Dewletê ya Emîrdagê ya ku wir dihat dermankirin de, mir.
Otobêsê kêşandin li tesîseke bêhnvedanê ya li ser rê ya Eskîşehîr-Çîftelerê. Eşyayên di otobêsê de di bin çavdêriya ekîbên jendirmeyan de li wesayîta aidê Şaredariya Çîftelerê kirin û hildan bin parastinê.