Koma ku li dijî vekirina şaxa HDPyê li navçeyê protestoyên bêdestûr li dar dixin duh êvarê jî li ser kolana Baha Şikman hatin bal hev û bi konteynirên çopê, lewheyên rê û kevirên peyarêyê barîkat avakirin û agir vêxistin.
Polêsan kesên ku çalakiya bêdestûr kirin hişyar kir, lê ji komê tu kesî guh neda polêsan û komê kevir avêtin polêsan, polêsan jî bi ava gur û xaza îsotê ve mudaxaleyî komê kir.
Kesên ku têkiliya wan bi protestoyan ve tunebû û bi wesaîtên xwe ji wê derê derbas dibûn jî ji ber xaza îsotê tengasî kişandin û ji ber çalakiyan hin kes jî hatin binçavkirin.
Hat diyarkirin ku ji Aydin, Bûrdûr, Isparta, Ûşak, Kutahya, Antalya û Marmarîs û ji Dalaman, Bodrûm, Ortaca û Koycegîza navçeyên Mûglayê jî gelekî polês hatin navçeyê.
Polêsan ji ber bûyeran li hin deran tewdîrên ewlehiyê girtin.
Li Tekîrdagê jî dema ku mînîbusa HDPyê xebatên hilbijartinê dikir, hin kesan bi keviran ve êrîşî mînîbusa HDPyê kirin.
Di mînîbusa ku ji Kolana Hikûmetê derbas dibû de, ji bo xebatên hilbijartinê sitraneke kurdî dihat gotin. Dema ku mînîbus derbas dibû, ji aliyê kesek û yan jî hin kesan ve bi keviran êrîş hat kirin. Camên mînîbusê şikestin û di navbera kesên di mînîbusê de û êrîşkaran de gengeşî derket.
Bi mudaxaleya polêsan ve her du alî ji hev qetiyan û HDPyî çûn qereqolê û der barê êrîşkaran de gilîdar bûn.