Fırat Özdemir
18 Gulan 2023•Rojanekirin: 18 Gulan 2023
Li Gazîentabê kesekî jina xwe ya ku pê ra li hev nedikir û wê hev berdana bi tivingê kuşt.
Li Taxa Zeytînliyê ya ser navçeya Şehîtkamilê di navbera Nazim O (44) û xanima wî Dîlek O. (43) da ku wê hev berdana da nîqaş derket.
Li gor îdiayê Nazim O. bi tivingê gule berî jina xwe da.
Bi hewara kesên li der û dorê va ekîbên tenduristiyê hatin ciyê bûyerê û tespîtkirin ku Dîlek O. li ciyê bûyerê miriye.
Nazim Oyê ji ciyê bûyerê reviyabû jî piştî demekê hat qefaltin û piştî miameleyên li ewlehiyê sewqî edliyeyê hat kirin.