DIYARBEKIR
Malbatên ku li pêşiya avahiya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê çalakiya xwe didomînin îro jî hatin pêşiya şaredariyê. Lêbelê malbatan dît ku personelên şaredariyê û zabite nahêlin ew derbasî qada çalakiyê bibin û her wiha li vir xebatên hawirdorê jî dest pê kiriye.
Li ser vê malbat derbasî hêla din a rê bûn û xalîçeyên bi xwe re raxistin erdê û dest bi çalakiya xwe kirin.
Li ser navê malbatan Sabrî Onalan daxuyanî da û wiha got: "Çi dibe bila bibe ji bo ku em bigihîjin zarokên xwe em ê çalakiya xwe bidomînin. Em ji Serokwezîrê me û ji Birêz Selahattîn Demîrtaş hêviya piştgiriyê dikin da ku em bikaribin çalakiya xwe berdewam bikin û bigehîjin zarokên xwe."