Nihat Kavşut
05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 06 Tîrmeh 2019
Li Reyhanliya navçeya Hatayê di wesaîtekê da teqîn çêbû û ji 3 Sûriyeyên di wesaîtê da 2 kes hatin kuştin.
Li gor agahiyan li ser Kolana Mehmet Akîf Ersoy di wesaîtekê da teqîn çêbû.
Li gor agahiyan ji ber teqînê ji 3 Sûriyeyên di wesaîtê da 2 kes hatin kuştin û kesek birîndar bû û gelek ambulans û ekîbên polêsan sewqî ciyê bûyerê kirin.
Rahmî Doganê Waliyê Hatayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir hê nizanin sedema teqîna di wesaîtê da çi ye û ji 3 Sûriyeyên di wesaîtê da 2 kes hatin kuştin û kesê birîndar jî rakirine nexweşxaneyê.