05 Tîrmeh 2019•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2019
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê teqîna li Reyhanliyê da got: "Li gor tesbîtên niha îhtimala terorê heye. Di wesaîtê da bombe hebûye û ji ber ku teqiyaye gorî agahiya Wezîrê Karên Navxweyî her sê jî mirine."
Ji axaftina Serokomar Erdogan:
"Wexta em derketin rê me hevalên xwe her dem wek rêheval dîtin, lê mixabin hin ji rêhevaliyê dûr ketin û ketin rêyên din. Ev li dervayî hişmendiya dozekê ne. Loma jî em zêde ji xwe ra nakin derd. Kesên di vê rêyê da bi mera dimeşin rêheval û hevalên dozê ne. Yên din jî wê bi rêya xwe da herin û em ê bi rêya xwe da herin."