03 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
HAKKARÎ (AA) - Li Hekariyê dijî YDG-Ha şaxa ciwanan ya PKKya rêxistina terorê operasyon hat kirin û 3 kes hatin binçavkirin
Ji walîtiyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku ekîbên Midûriya Ewlehiya Bajêr li dijî şaxa ciwanan ya rêxistina terorê operasyon kir.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Hin kesên ku hat tesbîtkirin ku ji YDG-Ha şaxa ciwanan ya PKKya rêxistina terorê ne û ji bo ku neyên nasîn ser û çavên xwe pêçane, barîkat danîne, agir dadane, rê girtine, nasname kontrol kirine, agir berdane avahiyên qamûyê, bi çek, teqemenî, molotof, fîşenga hewayî û kevir û daran va êrîşî hêz û wesaîtên ewlehiyê kirine, çalakî organîze kirine. Ji bo ku ev kes werin girtin operasyon hat kirin û 3 kes hatin binçavkirin."