Rauf Maltaş
16 Sibat 2023•Rojanekirin: 16 Sibat 2023
Li Rihayê deverên ku erdhejên Meraşê lêxistin û avahî hilweşiyan xebatên rakirina enqazan dewam dikin.
Li deverên curbecur ên bajêr makîneyên kar bermayiyên avahiyên tep bûne barî qamyonan dikin.
Wezîfedarên li wê derê jî di dema rakirina enqazan da tiştên biqîmet berhev dikin.
Hêzên ewlehiyê yên li herêmê ne jî çetik, nasname, tapû û amûrên din ên biqîmet ên derdikevin hildidin bin qeydê.
Ji bo lêkolînê jî ji beton, hesin û karotên enqazan nimûne tên hildan.