05 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2015
DIYARBAKIR
Hat ragihandin ku qedexeya derketina derva ya ku li 6 taxên Hezroya navçeya Diyarbekirê hatibû îlankirin rabû, biryar hat dayîn ku li 3 taxên din jî qedexe bê îlankirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku li taxên Koçbaba, Akbulut, Ulgen, Mutluca, Zîlîpinar û Korxanê li dijî endamên rêxistina terorê yên ku li çil û çiyan çalakiyan li dar dixin operasyon hatin kirin.
Di daxuyaniya da hat diyarkirin ku ji bo di operasyonan da zirar negihêje welatiyan û parastina can û malê wan li gor Qanûna Îdareya Bajêr qedexeya ku do ji saet 18.00an hetanî 06.00ê şeveqa îro hatibû îlankirin rabû û di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li dijî terorîstên ku li çil û çiyayên Hezroyê çalakiyan li dar dixin operasyonê bê kirin. Ji bo ku di operasyonan da zirar negihêje welatiyan û parastina can û malê wan li gor Qanûna Îdareya Bajêr taxên Çîtlîbaxçe, Ormankaya û Guzdamiyê ji saet 06.00an pê va qedexeya derketina kuçeyan hat îlankirin. Ketin û jêderketina van herêman hat qedexekirin. Ji bo ewlehiya can û malê wan divê welatî guh bidin vê qedexeyê."