22 Nîsan 2016•Rojanekirin: 23 Nîsan 2016
DELHIYA NÛ
Li Arunaçal Pradeşta li rojhilatê bakurê Hindistanê di hezaz û lehiyê da 16 kes mirin.
Li gor nûçeya Press Trust of Indiayê li herêmê ji ber barana zêde lehî rabû û hezaz çêbû.
Hat diyarkirin ku ji ber lehî û hezazê 16 kes mirin.
Hat diyarkirin ji ber bûyera ku li ser sînorê Çînê çêbû da 2 kes jî di bin hezazê da mane.
Li Hindistanê di demsala mûsonê da gelek caran lehî û hezaz çêdibin. Li rojhilatê bakurê Hindistanê di sala 2014an da jî ji ber hezazê 22 kes miribûn.