22 Sibat 2016•Rojanekirin: 23 Sibat 2016
SILÊMANÎ
Li Bodrûma navçeya Muglayê piştî ku tekneya penaberên sûriyeyî binav bibû, pêlên behrê Aylanê 2 salî li qeraxê Behrê dabû û Kurdî ketibû rojeva dinyayê. Ji bo bîranîna Aylan li bajarê Silêmaniyê "Heykela Qasidê Koçê Aylan Kurdî" hat çêkirin.
Heykel danîn kêleka gola Parqa Azadiyê. Ji bo danîn û servekirina peykerê merasim hat kirin, rayedarên hikûmetê û welatî beşdarî merasimê bûn.
Peykertraş Bextiyar Helebçeyî got ku Aylan Kurdî nîşaneya pirsgirêka penaberan e û wiha dewam kir: "Piştî drama dilsoj ya Aylan ji penaberan ra hemû derî hatin vekirin. Ev pirsgirêk ket rojeva dinyayê."
Helebçeyî got ku wî di nav 5 mehan da peyker çêkir û peyker 3 mêtre û nîv e.