11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 11 Tîrmeh 2016
ÎSTANBUL
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê yên Midûriya Ewlekariya Stenbolê li Kagithanê operasyon li dar xistin.
Tîmên Midûriya Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê digel polêsên herekata taybet girtin ser hinek navnîşanan û lêgerîn kirin.
Di serî da li kolana Leventa taxa Çaglayanê, li Kagithanê li 8 navnîşanên cihê cihê lêgerîn hatin kirin û 4 kes hatin binçavkirin.
Gumanbar piştî kontrola wana tendirustiyê li Nexweşxaneya Perwerdê û Lêkolînê ya Hasekiyê, birin binkeya ewlekariyê ya li caddeya Vatanê.
Hê jî der barê naveroka operasyonê da daxuyanî nehatiye dayîn.