Abdullah Tel
09 Sibat 2021•Rojanekirin: 09 Sibat 2021
Bahoza ji duh êvarê va li Stenbolê rabûye tesîra xwe didomîne.
Ba û barana duh dest pê kir bişev li Sultangazî, Gazîosmanpaşa, Bakirkoy, Bagcilar, Beyoglu, Kagithane, Bayrampaşa û Esenlerê bi tesîr bû.

Li gelek deveran dar qelibîn, banên avahiyan firiyan û zirar û ziyan gihîşt hin wesayîtan.
Ji kuçeyên 1025 û 1045an ên li Taxa Kazim Karabekirê ji ban û şaneşînên du avahiyan hinek tişt bi tesîra bayê ji cihê xwe ketin û li ser wesayîtên parqkirî ketin. Zirar gihîşt wesayîtan.
Li derveyê Îstasyona Trênê ya Floryayê jî darek ji kokê qelibî. Dara ku qelibî bû ji alî ekîban va hat rakirin.
Li qismê 5emîn ê Atakoyê jî ji ber bahozê darek bi ser wesayîteke parqkirî da ket û tîmên agirkujiyê darê jê kirin lê wesayît jî piçek pelixî.