11 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 12 Tîrmeh 2016
ANKARA
Saziya Televîzyon û Radyoyê ya Tirkiyeyê (TRT) daxuyand ku ev qasî sal û nîvekê ye nûçe û bernameyên ku di TRT Kurdî de tên weşandin di bin banê TRTê de amade dikin û qurişekî jî nadin şirketên derve.
Di daxuyaniya TRTê ya nivîskî de hat gotin ku duh li ser hin malperan û di hin rojnameyan de nûçeyek hatiye weşandin. Di nûçeyê de hatiye ku 'TRTê nûçe kirê kir û îmzaya xwe avêt skandalekê'. Hat gotin ku ev qasî sal û nîvekê ye ku TRT ji derva bernameyan nade çêkirin û ev nûçe hewl didin ku agahiyeke xelet bidin raya giştî.
Hat gotin ku piştî ku Şenol Goka bû Midûrê Giştî yê TRTê biryar hat dayîn ku sazî bi xebatên navxweyî ve bernameyan çêbike û daxuyaniyê wiha dewam kir:
"Li gor vê biryarê ji 16ê Adara 2015an pê ve qasî sal û nîvekê ye ku bername û nûçeyên ku di TRT Kurdî de tên weşandin ji hêla TRTê ve tên amadekirin. Ji bo van qurişek jî pere nadin derva. Hin bernameyên nûçeyan dema ku TRT 6ê nû dest bi weşanê kiribû ji derva dihat çêkirin ku ev jî ji ber wê heyama nû bû. Ji ber ku hejmara xebatkaran wê demê kêm bû, mecburî dihat kirin. Ev biryara lijneya rêvebiriyê ji bilî TRT Kurdî di hemû weşanên me yên din de jî bi baldarî tê meşandin. Bernameyên ku li derva tên çêkirin, ji ber kêmasiya studyoyan e. Dema ku studyoyên me yên nû di demeke kin de bikevin fealiyetê ew ê di van studyoyayan de bên çêkirin. Hin alî weşanên TRTê dikin hedefê, lê ew ê hewl û xwesteka me ya xebatê nikaribin kêm bikin. TRT wê ji vir şûnde jî xizmeta xwe ya ji bo gelê me bidomîne."