Tunahan Akgün
09 Nîsan 2023•Rojanekirin: 10 Nîsan 2023
KAHRAMAMARAŞ (AA) - Li Kahramanmaraşa ku navenda erdhejên 6ê Sibatê bû, piştî kutakirina temîra erizeyan, xaza siruştî ya hemû avahiyên bêxesar û kêmxesar hat berdan.
Piştî erdhejên bi mezinahiya 7,7 û 7,6an ku li navçeyên Bazarcix û Elbistanê çêbûn, li hin herêmên Kahramanmaraşê xetên xaza siruştî xesar hildan û erize dan. Ji bo temîrkirina erizeyan ekîbên Midûriya Herêmê ya Şirketa Anonîm ya Belakirina Xaza Siruştî ya Arsan Maraşê (ARMADAŞ) xebatên xwe didomînin.
Li tevahiya bajêr bi beşdariya 370 personelan xebat tên kirin û di çarçoveya xebatan da xaza hemû avahiyên saxlem û kêmxesar hat berdan.
Li gor agahiya ku nûçegihanê AAyê ji Midûriya Herêmê ya ARMADAŞê hilda, beriya erdhejê jimara aboneyên xaza siruştî 212 hezar û 3 bûn, piştî erdhejan ev jimar berjêrî 154 hezar û 264an bû.
Bi temîrkirina erizeyan va xaza 154 hezar û 90 aboneyan hat berdan, 93 hezar û 248 aboneyên ku li malê ne an jî bajêr neterikandine xaza siruştî dixebitînin.