Fatih Gazioğlu
01 Gulan 2019•Rojanekirin: 02 Gulan 2019
Li Agliya navçeya Kastamonuyê kana madenê ya mermerê tep bû û di bûyerê da li gor agahiyên ewil 2 karker mirin.
Waliyê Kastamonuyê Yaşar Karadenîz daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku bûyer li gundê Turnacikatê di kaneke madenê ya mermerê da çêbû.
Walî Karadenîz got ku ji kendalê kanê hin zinar ketine xwarê û 2 xebatkarên li ser makîneya kar birîndar bûn.
Walî destnîşan kir ku di bûyerê da karker Recep Kayan û Cemal Aysanê birîndar li nexweşxaneyê mirine.
Karadenîz got ku wan li ser bûyerê lêpirsîn dane destpêkirin.