İbrahim Özcan
01 Tîrmeh 2025•Rojanekirin: 04 Tîrmeh 2025
Li Kilîsê li ser eraziyê bi qasî 54 hezar dekarî komkirina îsotan dest pê kir.
Midûrê Çandinî û Darsitanê yê Kilîsê Levent Kuçuk daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li bajêr li ser eraziyê bi qasî 54 hezar dekarî îsot hatiye ajotin.
Levent Kuçuk destnîşan kir ji sedî 60ê îsotê hatiye ajotin ji bo çêkirina salçeyê tê emilandin û ji sedî 40ê mayî jî ji bo dolme û baharatê tên hişkkirin.
Ji cotkaran Umut Goçmen destnîşan kir îsal li ser 85 dekarî îsot ajotiye û got ku ez hilberîneke di navbera 650 û 700 tonî da texmîn dikim.
