ŞANLIURFA
Balafirên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de li Kobanêyê di ser hedefên DÎŞIyê de bombe barandin.
Şerê di navbera komên kurdan û DÎŞIyê de li navend û rojhilatê bajêr dewam dike. DÎŞIyê êrîşên xwe yên li ser deriyê sînor ê ku di destê komên kurdan de ye zêde kir. Li herêmê car caran di nav kuçeyan de pevçûn derdikevin. Balafirên hêzên koalisyona di pêşîkêşiya DYAyê de li Kobanêyê di ser hedefên DÎŞIyê yên li nêzîkî deriyê sînor de bombe barandin. Alav û dumana ku ji herêmê radibe li Sirûcê jî tê dîtin.
Pêşmergeyên ku Herêma Kurdistana Iraqê şandibûn Kobanêyê hê li ber deriyê sînor disekinin û li bendê ne ku derbasî wî aliyê sînor bibin. Wek mayîn jî 3 erebeyên bizirx ji pêşiya avahiya ku pêşmerge lê disekinin derbasî ber deriyê sînor ê Murşîtpinarê bûn.