23 Sibat 2016•Rojanekirin: 24 Sibat 2016
KOCAELÎ / ADANA
Li Daricaya navçeya Kocaeliyê di operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina terorê da gelek gumanbar hatin binçavkirin.
Li gor agahiyan tîmên Midûriyeta Ewlehiyê li Daricayê di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da di heman demê da li hin navnîşanan derketin operasyonê.
Hat destnîşankirin ku firoke jî tevlî operasyonê dibin û gelek kes hatine binçavkirin.
Hat diyarkirin ku operasyon dewam dike.
Li Ceyhana navçeya Edeneyê di operasyona dijî terorê da 9 kesên ku di nav wan da Serokê Navçeyê yê HDPê Tahir Ozdemir jî heye hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Ewlekariya Ceyhanê operasyon birin ser navnîşana 9 kesên ku tê îdiakirin beşdarî çalakiyên bêdestûr bûne û bi çek û molotofan êrîşî polêsan kirine.
Bi qasî 500 polêsî têvlî operasyonê bûn û firokeyê jî ji hewayê piştgirî da, 9 kesên ku di nav wan da Serokê Navçeyê yê HDPê Tahir Ozdemir jî heye hatin binçavkirin. Polêsn li malên van şikbaran geriyan û di lêgerînê da dest dan ser gelek dokumanên rêxistinê û kompîtiran.
Şikbar li nexweşxaneya Dewletê ya Ceyhanê ji kontrola tenduristiyê hatin derbaskirin û paşê jî birin Midûriyeta Ewlekariya Navçeyê.
Lêpirsîna der barê operasyonê da hê dewam dike.