Li nêzî Taxa Ortakonakê ya navçeya Karataya Navend balafireke leşkerî ket û 2 pîlot cangorî bûn. Ekîbên îtfaiyeyê yên ku gihan cihê bûyerê mudaxeleyî balafira ku dû jê diçû, kirin.
Waliyê Konyayê Mûammer Erol daxuyaniyek da û piştrast kir ku balafireke leşkerî ya perwerdeyê li nêzî Taxa Ortakonakê ya navçeya Karataya navendê ket. Erol got "Ekîbên agirkujiyê û AFAD li cihê bûyerê ne."
Welatiyên dîtin ku ji balafira ku ket dûman derdikeve û rojnamevanên ku hatin vir, ji ber çembera ewlehiyê ya ku leşkeran çêkir ji cihê bûyerê hatin dûrxistin. Ekîbên agirkujiyê ên ku gihan cihê bûyerê mudaxeleyî balafirê kirin. Rayedarên leşkerî li cihê bûyerê lêkolînê dikin.
Ambûlansên Serwîsa Acîl a 112yan û ekîbên AFADê ji bo mudaxelekirina qezayê amade ne.
Ji aliyê din ve Serokatiya Sererkaniyê daxuyaniyek da û da zanîn ku balafira F-4E 2020ê ji bo firîna perwerdeyê ya plankirî firiya. Balafir li Sehaya Lêxistinê ya Konyayê ji ber sedemeke ku hê nayê zanîn ket û 2 pîlot cangorî bûn.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan telefonî Serokê Sererkaniyê Orgeneral Ozel kir û der barê ketina balafira leşkerî ya Konyayê de agahî hilda. Erdogan ji bo 2 pîlotên cangorî jî sersaxî da Ozel.