Li Liceyê di operasyona li dijî endamên PKKya rêxistina terorê de 4 leşker birîndar bûn.
Li Liceyê li dijî endamên rêxistinê ku rê dibirin, polês û leşkeran direvînin, nasnameyan kontrol dikin û wesayîtan dişewitînin li texma Fîsovasiyê tîmên cendirmeyan derketin operasyonê.
Endamên rêxistinê di operasyonê de bi çekên lûledirêj êrîşî hêzên ewlehiyê kirin û di pevçûnê de 4 leşker birîndar bûn.
Leşkerên birîndar bi firokeyan anîn Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dicleyê.
Hat destnîşankirin ku di operasyonê de hin endamên rêxistinê hatin kuştin û birîndar bûn.
Li herêmê operasyon dewam dikin.