20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 21 Mijdar 2015
DIYARBAKIR
Li 12 taxên Licê û 14 taxên Hêniya navçeyên Diyarbekirê qedexeya derketina derva hat îlankirin. Ji aliyê din ve qedexeya derketina derva ya li 9 taxên Licêyê bi dawî bû.
Walîtiyê daxuyand ku ji bo ku endamên rêxistina terorê yên PKKê bên girtin, hêzên ewlehiyê li navçeya Lîcêyê di taxa Ortulu, Arpacik, Sîvrîtepe, Bîlgîn, Saglik, Bayirli, Seyrek û li herêma di navbera taxa Sîlkîto û Korhayê de dimînê, operasyon kirin.
Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku operasyona ku ji bo pêkanîna ewlekariya can û malê gel li gor qanûna Îdarekirina Bajaran a bi hejmara 5442yê duh di saet 17.00î da qedexeya derketina kuçeyan hatibû îlankirin, îro ji saet 05.00î pê va qedexe hat rakirin. Di daxuyaniyê da spasiya welatiyan jî kirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji bo ku ewlehiya can û malê gel bê pêkanîn li taxa Tûraliya Jorîn, Akçayûrt, Kaledîbî, Başakli, Taşbûrûn, Guzelce, Karapîlya, Tûraliya Jêrîn, Damlatepe, Çay, Horsel, Mezartarlasi, Siraevler û Karapîlyariya ser Hênî û li taxa Elmadere, Boylûca, Ayaz, Akçapinar, Şenlîk, Tûzlakoy, Şabek Komû, Agilcik, Ergînkoy, Uysal, Bîrlîk û Şakana ser Licê qedexe hat îlankirin. Ji bo ku welatî zirar nebînin ji saet 05.00an pê ve heta emreke duyemîn li van herêman qedexeya derketina derve hatiye îlankirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji aliyê ewlehiya can û malê gel ev gelekî girîng e ku guh bidin qedexeya navborî, dema qedexe xilas bû jî dê bê ragihandin.