Li Mersînê 333 penaberên qaçax ên ji Sûriyeyê li keştiyên masîvanan siwar bûn ku xwe bigihînin keştiyên mezin ên bazirganiyê û wisa herin welatên Ewrûpayê. Lê Fermandariya Herêma Behra Spî ya Ewlehiya Qeraxan operasyon kirin û qaçax hatin girtin.
Li gor agahiya Walîtiya Mersînê di rojên dawîn de keştiyên mezin ên bazirganiyê ji bo ku penaberan bibin Îtalyayê tên bikaranîn.
Tîmên Fermandariya Herêma Behra Spî ya Ewlehiya Qeraxan tespît kirin ku ji bo keştiya bazirganiyê ya bi navê "Burçîn" zêde balîf, betaniye û xwarin tê stendin û ketin şikê.
Piştî lêkolînan operasyon hat lidarxistin û penaberên qaçax hatin girtin. Ji bo operasyonê 340 xebatkarên ewlehiya qeraxê, keştiyên masîvanan û keştî hatin bikaranîn û operasyon bi kamerayê hat qeydkirin.
Di operasyonê de 333 penaberên qaçax, 4 tirk û 11 sûrî yên ku qaçaxçitiya mirovan dikin hatin girtin.