Li Ayvacika navçeya Çanakkaleyê bajaroka Kuçukkuyuyê 268 qaçax amadehî dikirin ku birevin Girava Mîdîlliyê ya Yunanistanê, lê hatin girtin.
Li gor agahiya ku hat hildan, ekîbên fermandariya botên "TCSG-8", "TCSG-28" û "SAGET-25"ê ku girêdayî Fermandariya Ewlehiya Qeraxê Behrê ye, li ser êxbarekê operasyon birin ser Sîvrîce, Bademlî û Kadirgaburnuyê.
Di operasyonan de 268 qaçax amadehî dikirin ku birevin Girava Mîdîlliyê ya Yunanistanê. Di nav qaçaxên sûriyeyî û efxanî de jin û zarok jî hene û hatin girtin.
Qaçax ji bo qeydiyê anîn qeraxê Kuçukkuyuyê.
Welatiyan li vê derê xwarin û vexwarin li qaçaxan bela kir û paşê ew birin Navenda Paşveşandina Biyaniyan ya Ayvacikê ku wan dersînor bikin.