Li Mersînê texsiyekê ji paş ve li tirekê qelibî, di encama qezaya trafîkê de 5 kesên ku di tirimbêla pelixî de mirin û piştî gelek hewl û xebatan cesedê wan hat derxistin.
Li gor agahiyên ku hatin hildan wesaîta bi plakeya 01 YN 724 ku Ugur Yildirim (25) diajot li xaçerêya Taxa Hûzûrkentê ji paşve li tira bi plakeya 33 NDH 75 ku şofêrê wê Mehmet Ş. bû qelibî.
Di qezayê de du jê jin 5 kesên ku di texsiya pelixîbû de li cihê bûyerê mirin.
Cesedê Ferhat Karatemûr (42), Teoman Kole (18), Ugur Yildirim (25) û du jinên ku li ser wan nasname tunebû piştî gelek hewl û xebatan hat derxistin.