Nihat Kavşut
13 Gulan 2017•Rojanekirin: 15 Gulan 2017
MUGLA
Li Muglayê mîdîbusa rêwiyan gindirî kendal û di qezayê da 24 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan midîbusa bi plaqeya 03 FR 747 li texma Sakargeçidiyê gindirî kendal û peyra jî ket ser rêya qederê 15 mêtro li jêr e. Hat diyarkirin midîbus li ser rê bi tirimbêla bi plaqeya 35 AL 1645 ra jî li hev diqelibe.
Hat destnîşankirin ekîbên tenduristî, agirkujî û AFADê şandin ciyê bûyerê û kesên birîndar rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Sitki Koçaman a Muglayê û Nexweşxaneya Dewletê ya Marmarîsê.
Piştî qezayê Kamil Kotenê Alîkarê Waliyê Muglayê, Hakan Çetinkayayê Midûrê Ewlehiyê, Necip Topuzê Serdozgerê Komarê, Yavuz Ozfîdanê Fermandarê Alaya Cendirmeyan çûn ciyê bûyerê û der barê qezayê da agahî hildan.

Kamil Kotenê Alîkarê Waliyê Muglayê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir xebatên ekîban dewam dikin.
Koten diyar kir şofêrê wesaîtê jî miriye û wiha got: "Piraniya kesên mirine jin in. Tevî 3 kesên di bin wesaîtê da mabûn û hatin derxistin hejmara miriyan 24 ye û 11 kes birîndar bûne."
Li gor agahiyan kesên di wesaîtê da ji jin û zarokan pêk dihat û ji bo Roja Dayikan ber destê sibehê ji Bucaya Îzmirê derketine rê û diçûn Marmarîsê.
Hat destnîşankirin tûr bi destê Murat Ceylan hatiye amadekirin û kom bi 6 wesaîtan ber bi Marmarîsê va derketine rê.
Li gor agahiyan Nazli Ceylana xanima organîzator Murat Ceylan jî miriye û tê diyarkirin Nazli Ceylan dema li Çîneya Aydinê mola didin ji midîbusa xwe peya dibe û derbasî ya qeza dike dibe.